• Wednesday, 11 February 2026
logo

PDK û YNK bi serpirestîya Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl kom bûn

PDK û YNK bi serpirestîya Nêçîrvan Barzanî û Kosret Resûl kom bûn
Îro her du polîtboruyên Partîya Demokrata Kurdistan (PDK) û Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistan (YNK) li bajarê Silêmanîyê û bi serpirestîya Kosret resûl Elî cihgirê yekemê sekreterê YNK û Nêçîrvan Barzanî cihgirê serokê PDK kom bûn.


Li gor evê nûçeyê, piranîya endamên polîtboruyên her du partîyan di evê kombûnê de beşdar bûne û kombûn taybet bûye bi gengeşekirina rewşa siyasîya Iraq û herêma Kuridstanê. Wiha jî dihê pêşbînîkirin, ku di kombûnê de her du alî basa mijara dirêjkirina maweya serokatîya herêma Kurdistanê bikin.

Ev kombûn di demekê de ye ku her îro biryar wiha ye ku Mesûd Barzanî serokê herêma KUrdistanê peyameke girîng belav bike û li gor nerîna çavdêrên siyasî, helwêsta xwe li ser mijara dirêjkirina maweya serokatîya xwe rabigihîne.
Top