Çavkaniyek ji hêzên polîs yên Kerkûkê ragehand ku, îro danê sibê maşîneke bombekirî li taxê Wasêt ya vê bajarê de hatiye teqandin.
Çavkaniya han eşkere kir ku, ev maşîna han bi karwaneke hêzên amade yên Kerûkê re hatiye teqandin û di encam de kesek canê xwe ji dest daye û 7 kesên din jî birîndar bûne.