• Wednesday, 11 February 2026
logo

Alîyên siyasî navê bebijarên xwe nedane komisiyona hilbijartinan

Alîyên siyasî navê bebijarên xwe nedane komisiyona hilbijartinan
Herçende ku bo cara duyem dema wergirtina navê berbijarên alîyên siyasîyên Kurdistanê bo hilbijartinên herêma Kurdistanê hate dirêjkirin, lê heta niha hîç alîyeke siyasî navê kandîdên xwe bo komisiyna bilinda hilbijartinan bi mebesta amadekarî bo hilbijartinan neşandiye.


Serokê nivîsîngeha Hewlêr a komisiyona bilinda serbixweya hilbijartinan Hindrên Muhemed, ew nûçe piştrast kir ku heta niha hîç yek ji alîyên siyasî navê kanîdên xwe neşandine û pêşbînî jî dike ku heta roja dawî jî hîç yek ji alîyên siyasî navên kandîdên xwe ji komisiyonê re neşînin.

Komisiyona bilinda serbixweya hilbijartinan, roja 2o ê evê heyvê weke dema dawî bo pêşkêşkirina navê kanîdên alîyên siyasî destnîşan kiriye.
Top