Sûriye: Bi rastî Esed amadekariya dewleta Elewî dike?
Li gor lêkolînvanan, rejîma Beşar Esed hewl dide ku rê li pêş vê dewletê veke û ji bo bibe weke alternatîfekê eger desthelata Şamê ji dest da.
Ajansa Mesar Press nêrînên hinek lêkolînvanan di derbarê xalên hêz û aloziyên vê dewleta berhêvî diyar kirin.
Li gor zaniyariyên raporta Mesar Press, dewlet dê li rojavayê Sûriyê be û dê herdu parêzgehên Laziqiyê û Tartûs, navçeyên Misyaf, Sqêlbiyê û Miherdê ji parêzgeha Hemayê, bajarê Humsê, Tikelex, El-Quseyr û Resten ji Parêzgeha Humsê li xwe bigre.
Li gor vê nexşeyê, rûberê vê dewletê dê nêzî 18700 km2 û hejmara nişteciyên wê dê nêzîka 4 milyon kesî be.
Rêjeya nişteciyan dê sedî 55 Elewî, sedî 37.5 suniyên alîgirên rejîma Esed, sedî 8.5 Ismaîlî û sedî 5 xiristiyan bin.
Her li gor vê nexşeyê, sînorên dewletê ji Lîwayê Skanderûnê, li bakur destpê dikin heta sînorên Libnanê. Li başûr û li rojhilatê wê navçeyên ji herdu parêzgehên Hums û Hemayê bin, li bakur-rojhelatê wê dê parêzgeha Idlibê be.
Di warê aborî de, eger ev dewlet hat damezrandin, rejîm dê bingehên aborî yên girîng werbigre. Ji ber ku ev herêm xwedî cihekî stratejiye li ser deryaya Spî, têr av û zeviyên çandiniyê ye. Du palgehên petrolê û navendên berhemdana enerjiya elektirîkê li nav hene û herwiha çalakiyên pîşesaziyê jî hene.
Hinek lêkolînvanên aborî tekez dikin ku di nava ava herêmî ya dewleta berhêvî de gaza xwezayî heye. Ev jî têra pêdawîstiyên navxwe û şandina derve jî dike.
Bi gurbûna dijberiya leşkerî re li Sûriyê, çavkaniyên opozisyona Sûriyê, hinek çavdêr û şopînerên serbixwe jî eşkere dikirin ku rejîma Sûriyê çalakiyên aborî, pîşesazî û pereyên banka navendî jî berve herêm kenara Deryaya Spî veguhestine.
Çavdêr û şîrovekarên siyasî û leşkerî dibînin ku armanca şerê Quseyr û Humsê ew e ku hejmarek mezin ji nişteciyên Sunî yên navçeyê koçber bibin û demografiya herêmê were guhertin.
Herwiha heftiya borî, hinek raportên medyayê eşkere kiribûn ku rejîma Esed dê nasnemya Sûriyê bide nêzîka 40 hezar kesên şî`î bi heman armanca guhertina demografiyê.
Gellek raportên medyayê dibêjin ku Beşar Esed piraniya demê xwe li koçka serokatiyê ya li Herêma Kenarê diborîne.
Li gor şîroveyên lêkolînvanên stratejî, eger bijara dewleta Elewî bû rastiyek, rê li pêş parçekirina Sûriyê û damezrandina bêhtir ji dewletekê vedibe.
Rudaw
