• Wednesday, 11 February 2026
logo

Xwenîşandanan dîsa li Qada Teqsîmê dest pê kir

Xwenîşandanan dîsa li Qada Teqsîmê dest pê kir
Wek ne razîbûnekê li dijî desteserkirina rêkxerên xwenîşandanan careke din xwenîşander li qada Teqsîm ya bajarê Stenbolê civiyan.

Piştî ku polîsên Turkiye di helmeteke nû de 12 rêkxer û endaqmên piştevanên qada Teqsîm û civata endazyaran desteser kirin, welatiyên Stenbolê careke din li qada Teqsîmê civiyan û ne razîbûnên xwe li dijî desteserkirina rêkxerên xwenîşanderan derbirîn.

Hêzên polîs jî ji bo belavkirina xwenîşanderan gaza rundikrêj û otombêlên ava tund bi kar aniye û ji bo rêgirtina li berfirehbûna xwenîşandanan deriyên parkê Gezî û nexweşxaneya Teqsîmê girtine.

Hevdem li bajarê Hatay jî xwenîşandanek bo piştevaniya li azadkirina rêkxerên xwenîşandanên qada Teqsîmê hat encamdan û xwenîşander digel hêzên polîs tûşî şer û pevçûnan bûne.

Hêjayî gotinê ye ku, ji ber ne razîbûna xwenîşanderan ji roja yekê heyva borî û heya niha 4 kes hatine kuştin û 7 hezar û 500 kesên din jî birîndar bûne.

Xendan
Top