Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê roja nîştimaniya Fransa hate sazkirin
Di vê rêwresmê de ji aliyê amadevanan ve çendîn gotar hatin pêşkêşkirin, di destpêkê de peyva Konsolxaneya Fransa li Herêma Kurdistanê ku têde tevî bi xêrhatina mîhvanan, her wiha kurtiyek li dor roja nîştimaniya Fransayê pêşkêşkir.
Her wiha di vê rêwresmê de Felah Mistefa Berpirsiyarê Fermangeha Pêwendiyên Derveyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyvek pêşkêşkir û têde tevî pîrozkirina roja nîştimaniya Fransayê, behsa pêwendiyên dîrokiyê di navbera Kurdistan û Fransayê û piştgîriya Fransayê li gelê Kurd yê di rojên dijwar de kir û hêvî xwest ku ev pêwendî bêne xurtkirin.
