• Wednesday, 11 February 2026
logo

Encamên rapirsiya herî dawî li Tirkiyê hat eşkerekirin

Encamên rapirsiya herî dawî li Tirkiyê hat eşkerekirin
Li gorî encamên rapirsiya herî dawî ya derbarê hilbijartinên şaredarî û meclisên bajaran li Tirkiyê, AKP bi rêjeya 41.5% di rêza yekem û BDP jî bi rêjeya 5.6%ê dengan di rêza çaremîn de ye.

Li gorî rojnameya Milliyetê, navenda rapirsiyê ya Objektîf (ORC) encamên rapirsiya derbarê hilbijartinên şaredarî û meclisên bajaran ên Tirkiyê di Tîrmeha 2013an de eşkere kir.

Hat gotin di rapirsiyê de 63 hezar û 750 welatî ji 81 parêzgeh û bajarên Tirkiyê û di temen, ast û regezên cuda de beşdar bûne û bersiva pirsan dane.

Li gorî encamên rapirsiyê, partiya dad û geşedanê (AKP) 41.5% dengan bidest xistiye û di rêza yekem de ye, partiya komarî ya gel (CHP) bi rêjeya 33.0% li pey AKPê tê û partiya tevgera neteweperest (MHP) jî bi rêjeya 15.9% di rêza sêyemîn û BDP jî bi 5.6%ê dengan di rêza çaremîn de cî girtiye.

Li gorî encamên rapirsiyê, BDP li 7 bajarên bakûrê Kurdistanê di rêza yekem de ye û li pey wê jî AKP tê.


Rêjeya dengên BDPê li wan 7 bajaran de wiha ye:

Amed: 51.0
Batman: 47.0
Şirnex: 53.2
Îdir: 32.2
Wan: 44.0
SêRT: 46.0
MêRDîN: 40.9
Colemêrg: 63.9


Rudaw
Top