Teyîb: Hinek kêşe bi lihevkirina Barzanî û Malikî nayên çareserkirin
Berdevkê fraksiyona hevpeymaniya Kurdistanî li parlamentoya Iraqê Mueyed Teyîb, ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî di serdanên xwe de bo Bexda û Hewlêrê li ser çareseriya hinek kêşeyên mîna qanûna petrol û gazê, bûdceya pêşmerge û kifşkirina sînorên parêzgehan li hev kirine.
Mueyed Teyîb da zanîn, ji bo hemû kêşeyan lêjne pêk hatine lê kêşeyên qanûna petrol û gazê, bûdceya pêşmerge û kifşkirina sînorên parêzgehan zû zû nayên çareserkirin û dibe ku bimîne piştî hilbijartinan.
Teyîb ragihand ku hinek kêşe hene ku bi lihevhatinê nayên çareserkirin, mîna kêşeyên qanûna petrol û gazê û kifşkirina sînorên parêzgehan, ji ber ku divê ji bo van kêşeyan qanûn bê derxistin.
Di heyama borî de, serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî serdana Hewlêrê kiribû û piştî wî jî serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî serdana Bexdayê kiribû. Serdanên han bibûn sedema nerbûna têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê.
Li gorî agahiyên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên, Malikî dê vê mehê carek din jî serdana Hewlêrê bike û Barzanî jî dê serdana Bexdayê bike.
Rudaw
