• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kurdan xwest Girtîgeha Amedê bibe mûzaxaneya şermê

Kurdan xwest Girtîgeha Amedê bibe mûzaxaneya şermê
Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û gelek sazî û dezgehên sivîl û partiyên din ên kurdan li ber Girtîgeha Amedê civiyan û xwestin girtîgeh bibe mûzaxaneya şermê.

Ji bo bîranîna endamên PKKê yên mîna Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ku di 14’ê tîrmeha 1982’an de li Girtîgeha Amedê di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dabûn, li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyek hate dayîn.

Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan jî tevli daxuyaniyê bû û behsa îşkenceyên li girtîgehê kir. Aydogan, bal kişand ji bo kurdan bikin tirk bi darê zorê bi dehan sirûdên tirkparêziyê li girtiyan dihatin jiberkirin lê girtiyan digel hemû zordestiyan bêrûmetiya li girtîgehê qebûl nekir û canê xwe ji dest dan.

Piştî daxuyaniyê beşdaran ji bo bîranîna bi dehan girtiyên di îşkenceyên Girtîgeha Amedê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi awayeke sembolîk di ser derî re qurnefîl avêtin girtîgehê.

Serokê Komeleya Piştgiriya Bi Malbatên Girtiyan re ya Amedê (Tuhad-Der) Sirri Dogan, ji Rûdawê re diyar kir ew dixwazin girtîgeh bibe mûzexaneya şermê û zarokên kurdan di pêşerojê de bizanibin li girtîgeha Amedê çi hatiye serê kurdan. Dogan, destnîşan kir ew ê tu caran nehêlin ev girtîgeh li ser daxwaza hikûmeta tirk bibe dibistan û da zanîn hewce bike ew ê ji bo vê girtîgehê çalakiyên cur bi cur li dar bixin.

Serokê Hewldana 78’an a Amedê Ganî Alkan jî bal kişand li girtîgeha Amedê hovîtiyeke mezin anîne serê girtiyên kurd û pêwîst e zilm û zordariya vê girtîgehê bi mûzexaneyek ji gel re bê vegotin. Alkan, bal kişand li Almanyayê hemû kirinên Hîtler weke mûzexane li pêşiya almanan disekine û kesên ku dixwazin wan rojan fêm bikin diçin serdana wan mûzexaneyan. Alkan, xwest girtîgeha Amedê jî bibe mûzexaneya şermê ya îşkenceyê û di vê mûzexaneyê de li ser demên bihurî yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê lêkolînên dîrokî bêne kirin.

Rudaw
Top