Nunerê hikûmeta Kurdistanê serdana parlementoya YEê kir
Di civîna han de rewşa siyasî ya Îraqê bi giştî û ya Kurdistanê bi taybetî hate nirxandin.
Di beşeke din ya vê hevdîtina han de Ajgeyî behsa serdana Berpirsa siyaseta derve ya YEê bo Kurdistanê û civîna vê ya bi Serok Barzanî re kir û ev serdan û civîna han bi girîng wesif kir.
Nunerê hikûmeta Kurdistanê ev yek jî anî ziman ku, YEê ji pêgeha siyasî, abûrî û ewlekarî ya Kurdistanê fêm kiriye lewre demeke ku, siyasetên xwe li hember Kurdistanê guhertiye û bi awayekî çalaktir hewl bo bihzêtir kirina peywendiyên xwe yên bi Kurdistanê re dide.
