Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdara terorîstiya bajarê Kerkûk şermezar kir
Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bilî wê yekê ku bi tundî wê kirdara nemirovane şermezar dike, heman demî de serxweşiyê li kesukarê şehîdên vê karê çepel dike û ji bo birîndaran hêviya başbûneke bi lez dixwaze.
Daxwaz ji hemû aliyên pêwendîdaran dikîn ji bo peydakirina tawanbaran hewlên xwe bixin holê da ku bigihin sizayên yasayî. Pêwîste jî rê û cihên parastina canê welatiyan tundtir bikin da ku terorîst nekarin bexteweriya xelkê têkbidin.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
13/07/2013
