Hikûmeta Herêma Kurdistanê destûra pexşê dide Roj TV
Dadgeha Kopenhagen hersê kanal bi piştgirîkirina ji bo Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tometbar dike. Ger di nava 15 rojan de neyê îtirazkirin, wê pexşa hersê kanalan ji aliyê Danîmarka ve bê rawestandin.
Wezareta rewşenbîrî û lawan a hikûmeta Herêma Kurdistanê di bertekekê de amadebûna xwe nîşan da ku destûra weşanê bide hersê kanalan.
Dadgeha Kopenhagen a Danîmarkayê roja 3ê Tîrmehê cezayê 5 milyon Kron li kargeha Mezopotamya Brodcasting birrî. Li gor vê yekê biryar hat dayîn ku lîsansên weşana MMC, NÛÇE TV û ROJ TV werin betalkirin.
Rudaw
