Kongreya Gel û KCK gorankarî di sîstema xwe de kirin
Kongreya Gel nehemîn kombûna civata giştîya xwe de saz kir û gorankarî di sîstema xwe de çê kir. Di nehemîn kombûna civata giştîya xwe de, Kongreya Gel konseya serokayetîya giştî damezrand û sîstema hevserokayetî bo birêvebirîya xwe hilbijard .
Nehemîn kombûna civata giştîya Kongreya Gel di navbera rojên 30 Hezîran heta 5 Temûz li herêmên parastina Medya bi beşdarîya 162 endam ji her çar parçeyên Kurdistanê, Rusiya û ewropa û di çarçoweya prensîpa %40 kota bo jinan, hate sazkirin.
Herwiha biryar li ser guherîn û nûkirina peymana KCK hate dan ku di sala 2005 de hatiye nivîsîn û tekez hate kirin ku peymana KCK li gor dem û pêywîstîyan bihê guhertin. Rêberê girtîyê PKK Ebdullah Ocalan jî weke serokê konseya serokayetîya giştî ji alîyê civatê ve hate hilbijartin. Li gor biryarê, konseya serokayetî ji 6 kesan, 3 jin û 3 mêr pêk dihêt û weke cihgirê Ocalan hatine destnîşankirin.
Herwisa guhertineke dina bingehîn jî di sîstema KCK de hate kirin. Li gor biryara nehemîn civata giştîya Kongreya Gel, sîstema hevserokayetî bo KCK jî hate pejirandin û Cemîl Bayîk û Besê Hozat weke hevserokên KCK hatin bijartin. Cihê Murad Karayîlan serokê berê yê KCK di sîstema nû de û di nav hevserokan de vala ye û wisa xuya dibe ku rola wî di sîstema nû de hatiye kêmkirin.
