Alîyên siyasîyên Iraqî hêşta rêkevtin li ser dadgeha federalî nekirine
Fraksiyona Dewleta Qanûnê ya bi serokatîya Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê li ser ewê bawerîyê ye ku gerek serokê dadgeha federalîya Iraqê di heman demê de serokê desthilata dadwerî jî be, lê alîyên din ewê yekê red dikin û dibêjin, ku gerek serokê dadgeha federal û serokê desthilata dadwerî cuda bin. Herwiha fraksiyona Dewleta Qanûnê dixwaze ku ew encûmena niha, hemû bi hev re nehê guherandin û tenê nîvîya wê bihê guherandin û bo ewê daxwaza xwe jî hincet dihîne ku ewên niha ezmûn hene.
Parlemanterê Iraqî Azad Zeynel ê ser bi fraksiyona Hevpeymanîya Kurdistanî jî di evê bareyê de ragihand, ku ´´niha arîşe tenê li ser ewan her du mijarane û arîşeya pêdana mafê veto bi kesên oldar û kesayetîyên qanûnî dawî pê hatiye.´´
Di bareya dema bi kar xistina qanûnê jî de, Zeynel got, ku ´´heta rêkevtin li ser nehê kirin, zehmete ew qanûn derbas be.´´
Têbînî û gelek serinc li ser dadgeha federalî ya niha heye û alîyên siyasîyên Iraqî dibêjin ku dadgeha niha di jêr bandor û hejmonîya Nûrî Malikî de biryaran dide.
