Li Dozxurmatu û Dobiz 3 otombêl teqiyan
Jêderekê li navenda polîsê qeza Dobiz ji Xendanê re ragihand ku: "Îro danê serê sibehê 11/7 li nêzîk gundê (Heyfa) a ser bi qeza Dobiz 2 otombêlên bombekirî teqiyane."
Jêderê ku nexwest navê xwe belav bibe got jî: jiber herdu teqînan 8 welatî birîndar bûne û hemû birîndar akinciyên heman gundî ne û çareseriya wan ya pizîşkî hatiye kirin.
Amaje bi wê yekê jî hate kirin ku fewca (4) a lîwaya (49) a ser bi firqeya (12) a artêşa Êraqê li wî gundî hatiye bi cî kirin.
Ji aliyekî din ve jî jêderekê agahdar li qeza Dozxormatuyê ji Xendanê re ragihand: "Îro danê sibê pêncşeme li nêzîk avahiya dadgeha qezayê otombêlek cura Opel ya bombekirî hatiye teqandin."
Jêderê da zanîn ku li gor amarên destpêkê ya teqînê 27 birîndar ketine û ziyanekî zor ya madî jî çê bûye.
Xendan
