Efrîn: Artêşa Azad yek jê jin 7 Kurd revandin
Li gor nûçeya ajansa ANHA`yê belav kiriye ku, komeke çekdar a ser bi Artêşa Azad Duh 10/7/2013`an, êrîşî gundê Başemraya ya ser bi navçeya Şêrawa ya Herêma Efrînê kirin û welatiyên bi navê (Êdan Xelîl, Mehmûd Hemada, Munîr Elî, Emîr Elî, Ebdulqadir Berhîm û hevsera wî Firyal) ji gundê Başimrê û (Mihemd Elî) ji gundê Burc Silêman, revandin.
Li aliyê din jî komên çekdar ên girêdayî Artêşa Azad li ser rêya Heleb Efrîn êrîşî otobîsekê rêwiyan kirin. Koma çekdar berê otobîsê tevî rêwiyan dan cihekî nediyar û çarenûsa rêwiyan hîn nehatiye hînbûn.
Hêjayî gotinê ye komên çekdar hîna embargoya li ser Herêma Efrînê dom dikin û rewşa xelkê Kurd di warê aborî û tendirustyê jî de gelekî ne li bare.
Xendan
