• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hikûmetek demkî li Rojavayê Kurdistanê tê ava kirin

Hikûmetek demkî li Rojavayê Kurdistanê tê ava kirin
Jêderên siyasî ragihandine ku ji niha ve dest bi amadekariya avakirina hikûmetek demkî ji tevahiya pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê di 3 heyvên pêşiya mede destpê kiriye.Her weha dê desturek demkî bê amadekirin û di 6 heyvan de jî encûmenek bo Rojavayê Kurdistanê bê hilbijartin.

Li gor nûçeyeke ajansa ANHA`yê ev gav ji aliyê hejmarek alî û tevgerên siyasî li Rojavayê Kurdistanê hatiye destpê kirin bi taybet piştî êrişên dawî ku destkeftiyên gelê Kurd li Rojava kiribûn armanc hatiye.

Li gor zanyariyên hin aliyên siyasî, piştî êrişên dawî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)`ê pêşniyara avakirina rêveberiyek demkî bo Rojavayê Kurdistanê pêşkêşî rêxistin û partiyên siyasî kiriye û aliyên siyasî bi pozetîv pêşwazî li pêşniyarê kirine.

Jêderan ragihandin ku piştî hevdîtinên rêxistin û aliyên siyasî bi hemu pêkhateyên wê ewê lijneyek ji tevahiya pêkhateyan bêk bê û karê wê lijneyê avakirina rêveberiyek demkî bo Rojavayê Kurdistanê dibe. Li gor jêderan di 3 heyvan de ew rêveberiya demkî bê avakirin.

Jêderan da zanîn ku piştî avakirina rêveberiya demkî wê rola Desteya Bilind a Kurd bidawî bibe û rêveberiya nû ya demkî dê bikeve şûna Desteya Bilind a Kurd û karê wê bike, her weha piştî amadekirina peymana civakî yan jî (Desturê) ewê di 3 mehan de hilbijartinên parlemanê têne kirin û referandom li ser desturê bê kirin.

Li gor jêderan proseya ragihandina hikûmetek demkî bo Rojavayê Kurdistanê û Desturê û hilbijartina parlemanê dê 6 mehan dom bike.

ANHA
Top