• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Adil Ebdulmehdî kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Adil Ebdulmehdî kir
Êvariya îro çarşem 10.07.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Adil Ebdulmehdî serkirdeyê diyarê Encûmena Bilinda Îslamiya Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya navçeyê û pêvajoya siyasiya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Iraqê guftûgokirin û tekez li ser pêwîstiya rûniştin û guftûgoya berdewamiya di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Her wiha her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda destpêkeke jî ji bo çareserkirina wan qeyranên li navxweya Iraqê da hene.
Top