• Wednesday, 11 February 2026
logo

Çîn: Erd hilisî û 30 kes mir

Çîn: Erd hilisî û 30 kes mir
Îro 10/7/2013`an li navçeya Sêşwan a li başûrê rojavayê welêt 30 kes dibin axa ku di encama lehiyê de hilisî de mane û jiyan ji dest dane.

Hatiye ragihandin ku hilisîna axê di encama baranekî werzî ya ku zêde li navçeyê bariye hatiye û li navçeya Çongksîng ew rûdan qewimiye û li gor ajansa nûçeyan a Çînê 30- 40 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hêjayî gotinê ye ku di çend rojên borî de li tevahiya navçeyên çiyayî li başûpr û rojavayê Çînê baran bi rêjiyekî bilind bariye.

Her weha nîsan borî jî di encama şemitîna erdê li rojhilata Lasa paytexta Tîbitê 83 kes mirin.

Xendan
Top