Holenda Nûneratiya Xwe li Hewlêr Diveke
Îro Îmad Ehmed cêgirê serokê hukûmeta Herêma Kurdistanê li avahiya encûmena wezîran pêşwazî li Firîdirîk Pêvîn û wezîrê dad û koçberên Holenda û Harî Molînar balyozê Holenda li Iraq û wefdekî pêre kir.
Di vê dîdarê de behsa pêwîstiya dirûstkirin û geşepêdana peywendiyên siyasî û abûrî navbera her dû aliyan de, cêgirê serokê hukûmetê xweşhaliya xwe bo serdanê da zanîn û amaje bi wê yekê kir kû Kurdistan xwaziyare peywendiyan li gel cîhana dere li ser bingehên berjewendiyên havbeş ava bike, wekî din behsa hat kirin ikû herêma Kurdistan û Iraq bi giştî li despêka avabûna xwe dene, niha bo damezrandina ezûma demokrasiyê di despêka xwe de dijî, di vê derbarê de welatê Holenda dikare rola berçav bibîne û hukûmeta Herêmê amadeya bo karê havbeş.
Her di vê dîdarê de, hat ragihandin kû: bo hemahengiya ziyatir û xwertkirina peywendiyên di navbera her dû aliyan de, me biryar da kû nûnerayetiya xwe li Herêma Kurdistanê vekin, û di van demên nêzîk de, wezîrê derveyê Holenda serdana Herêma Kurdistanê dike, dakû çarçoveyeke baş bo kar û çalakiyên welatê Holenda li gel Herêmê darêjin.
Ji aliyê xwe ve cêgirê serokê hukûmetê xweşhaliya xwe anî ziman bo vê gave û tekez kir kû, herêma Kurdistanê deriyekî vekiriye û amadehiya hukûmeta Herêma Kurdistanê jî nîşan da bo hemû cûrekî hesankarî li gel nûnerê û konsulxane û kompaniyên biwarên avadanî û weberhênanê de yên kû dê bêne herêma Kurdistanê, wekî din bi fermî bangewaziya wezîrê derveyê Holenda hat kirin kû serdana Herêmê bike.
