• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî Partiya Demokrata Kurd li Sûriye (El Partî) civiya

Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî Partiya Demokrata Kurd li Sûriye (El Partî) civiya
Îro sêşem 09.07.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel şandekî Partiya Demokrata Kurd li Sûriye (El Partî) civiya.

Li vê civînê de pêvajoya siyasî û pêşhatên dawî yê Sûriye bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî xistin ber behs û guftûgoyan û tekez li ser pêwîstiya pêşxistina doza rewaya gelê Kurd li Sûriye kirin.

Li vê hevdîtinê de Serok Barzanî tîşk xiste li ser wê yekê ku pêwîste aliyê siyasiyê Kurdiyên Rojavaya Kurdistanê yekrêziya xwe biparêzin û bibin xwediyê stratejî û gotarekî hevbeş û rûn, bo ku gelê Kurd bikarê hem daxwazên rewayên xwe ser bixe û hem jî rûbirûyê wan êrîş û metirsiyan bibê ku li rewşa pir qeyrana Sûriyê de tê holê. Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku divê hemû aliyek hewl bidin rêz li hebûn û îradeya hevdû bigrin û kar jî ji bo armancekî hevbeş bikin.
Top