• Wednesday, 11 February 2026
logo

Sûriye: Partiya Be`s serokatiyek nû hilbijart

Sûriye: Partiya Be`s serokatiyek nû hilbijart
Partiya Be`s Erebî ya Sosyalîst a desthilat li Sûriyê duh 8/7/2013`an ragihand ku wan serkidayetiyek nû bo partiya xwe hilbijartiye, her weha di wê guhertinê de hemû endamên berê yên serkirdayetiya Be`sê ji bilî serokê Sûriyê Beşar Esed, wek emîndarê giştiyê serkirdayetiya welêt ya Partiyê hemû hatine guhertin.

Her weha di guhertina nû de yên ku cihê xwe di serkirdayetiya Be`sê de nemane yek ji wan cîgirê serokê Sûriyê Faruq Şera`a û cîgirê emîndarê giştî Mihemed Seîd Bixîtane.

Li gor hin jêderên ku ji kanala BBC re ragihandine ku komîteya navendî ya partiya Be`sê civîna xwe ya berfereh ku çend demjimêran dom kiriye duh birêve çûye û têde serokatiyek nû bo xwe hilbijartiye.

Yek ji serkirdeyên ku ketine nava rêveberiya nû ya partiya Be`sê Hîlal Hîlal (berpirsê malbenda Helebê ya partiyê ye) ku postê cîgirê emîndarê giştî wergirtiye.

Her weha di nava rêveberiya nû ya partiya Be`sê de serokê parlemana sûriyê Cîhad Leham û serokwezîr Waêl Helqî û 3 wezîr ji wan wezîrê Karebê Îmad Xemîs û wezîrê dadê Necim Ehmed û wezîrê kar Hisên E`rnus e. her weha yek jin jî cihê xwe têde girtiye ew jî Feyruz Musa ye.

Li gor agahiyan vê carê endamên serokatiya partiya yê nû tevî serokê Sûriyê 16 endamin bi vî awayî tene endamek hatiye zêde kirin ku pêştir 15 endam bûne.

Xendan
Top