• Wednesday, 11 February 2026
logo

Kerkûk: Polîs û artêşa Êraqê hatin hemberî hev

Kerkûk: Polîs û artêşa Êraqê hatin hemberî hev
Hêzên polîs û artêşa Êraqê li bajarê Kerkûkê li ser dirustkirina xendeqêkê bo wî bajarî, li hemberî hev sekinîn.

Jêderekê ewlekariyê li bajarê Kerkûkê ji Xendanê re got: Niha polîs û artêşa Êraqê li ser dirustkirina xendeqa li dora Kerkûkê li hemberî hev sekinîne û kêşeya wan heye.

Wê jêderê got: Artêşa Êraqê rêgire li cîbicîkirina xendeqê û em jî bi fermana ser xwe re wê projeyê dirust dikin.

Amaje bi wê jî kir ku hêzên pêşmerge li navçeyê amadebûna xwe hene bi mebesta piştevanîkirina polîsên Kerkûkê lê belê ta niha tu rûdan neqewimîne.
Top