• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerika li Iraqa Federal kir

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerika li Iraqa Federal kir
Îro dûşem 08.07.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Steven Bekiroft Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerika li Iraqa Federal û şanda li gel kir.

Li destpêka hevdîtinê de Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerika xweşhaliya xwe ji bo vê hevdîtinê nîşanda û piştgiriya welatê xwe jî ji bo serdana Serok Barzanî ya Bexda û civîna rêzdar ya li gel Malîkî û aliyê siyasiyên dinê Iraqî ragihand û ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Herêm û Bexda, her wiha wan hemû giriftên li nav proseya siyasiya Iraqê da heye bi destpekêkî gelek guncaw zanî.

Li vê hevdîtinê de Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerika eve jî veneşard ku kêşe û qeyranên Iraqê gelek giranin û bi hêsanî nayên çareserkirin lê belê li gel ewe jî ev hengava Serokê Herêma Kurdistanê gelek erêniye û dema wê jî li vî derbarî de hatibû ku li ser hinek kêşeyên bingehîn û jêdera qeyrana siyasiyane bête axaftin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasiya handan û piştgîriya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerika kir û di derbarê serdana xwe ya Bexda de Serok Barzanî behsa ewe kir ku xelk li benda wê yekê ye ku serdan û hevdîtinên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda encam jê derkeve û eger bêt û wekî berê hewl bê encam bê û kêşe wekî xwe bimînin hêvî ji bo çareseriya giriftan kêm dibê. Serok Barzanî serdana xwe ya vê dawiyê û şanda siyasî û hikûmiya Herêmê ji bo nehiştina kêşeyan wekî derfetek zanî û eve jî xisterû ku li civînên li gel Serok Wezîrê Iraqê û aliyê siyasiyên Iraqê li ser berdewambûna guftûgoyan û danîna seqfekî zemenî ji bo guftûgokirina kêşeyan rêkkeftin.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de pêvajoya siyasiya navçeyê û qeyrana Sûriye û jiyan û rewşa koçberên Sûriye li Herêma Kurdistanê xistin ber behs û Balyozê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerika ji bilî balkişandina li ser wê hejmara bilinda penaberên Sûriye ku hatine Herêma Kurdistanê ji bo hewandin û yarmetîdana koçberên Sûriye, destxweşiyê li hewlên Hikûmet û xelkê Herêma Kurdistanê kir.
Top