• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serok Barzanî bi Serokê Parlementoya Îraqê û çend aliyên diyên re jî civiya

Serok Barzanî bi Serokê Parlementoya Îraqê û çend aliyên diyên re jî civiya
Di çarçoweya serdana xwe ya ji bo Bexdayê de duh Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi awayekî cuda li gel Serokê parlementoya Îraqê Osame Nocifî û Serokên firaksiyonên nava parlementoya Îraqê re jî civiya.

Di civîna han de Serokê Parlementoya Îraqê kêfxweşiya xwe a li hember serdana Serok Barzanî bo Bexdayê diyar kir û daxwaz ji Serok Barzanî kirin daku, serdana tevahiya parêzehên Îraqê bike jiber ku, xwedan kesayetiyeke gelek girînge û xelk dixwaze fêde ji ezmûna Serok Barzanî ya di warê siyasî, leşkerî, abûrî û civakî de wer bigire.

Her di vê civîna han de daxwaz ji Serok Barzanî hate kirin daku, bo nujen kirina parêzgehên din yên Îraqê jî pêngavên pratîkî bavêje.

Her îro Serok Barzanî li Bexdayê li gel Serokê lîsteya Îraqiye Dr. Eyad Elawî jî civiya û rewşa siyasî ya Îraqê û pêşhatin siyasî yên deverê jî nirxandin.
Top