• Wednesday, 11 February 2026
logo

Ev Dû Heftiye Hinardeya Petrola Iraqê bo Turkiye Rawestaye

Ev Dû Heftiye Hinardeya Petrola Iraqê bo Turkiye Rawestaye
Ji 21 heyva hezîranê ve, bi sedema xirabûna boriyan, piroseya hinardina petrola Iraqê ji boriyên Kerkûk bo wêsitgeha Ceyhan li Tûrkiya hatiye rawestandin.

Li gorî raporteke ajansa Reutersê, jêderekî bo wê ajansê ragihandiye, kû eve nêzîkî dû hefteye hinardina pertrolê ji Îraq bo Turkiye bi sedema kunbûna boriyan û dilopkirina wan hatiye rawestandin.

Her li gorî heman jêderê, biryare roja pênşema dahatî boriyan çak bikin, û piroseya hinardinê despêbike.

Ev boriyên petrola Iraqê, ji parêzgeha Kerkûk bo wêsitgeha Ceyhanê a Tûrkiye berî rawestanê rojane 300 hezar bermîl petrola xam dihata şandin.

Li gorî bernameya sitratejiya Iraqê, Bexda bi niyaze, di navbera Sê salên dahatî de, rojane bi şêweyekî berçav rêjeya hinardeyê zêde bike û bighînêe 12 milyon bermlî petrol di rojekî de.
Top