• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Nîceriya dibistanek hat şewitandin: 29 xwendekar mirin

Li Nîceriya dibistanek hat şewitandin: 29 xwendekar mirin
Di encama êrişa li dijî beşa navxwe ya xwendekaran li devera Yûbe ya Nîceriya de herî kêm 29 kes hatin kuştin. Tê gotin, îhtimala wê ye ku îslamiyên radîkal ev êriş encam dabin.

Li gorî nûçeya BBC, komek çekdar êrişî beşa navxwe ya xwendekaran li bajarê Mamûde li devera Yûbe ya Nîceriya kirin.

Hat goitn ku di bûyerê de herî kêm 29 xwendekar hatine kuştin ku hinek ji wan di nav agir de şewitîne û hinek jî dema xwestine birevin ji aliyê çekdaran hatine kuştin.

Tê gotin, îhtimala wê heye ku îslamiyên radîkal ev êriş pêk anîbin, ji ber sala 2010an jî gelek dibistan li Nîceriya ji aliyê îslamiyên radîkal ve hatibûn şewitandin.

Hat zanîn, serokomarê Nîceriya Gûdlak Canatan li devera Yûbe rewşa awarte ragihandiye û bi hezaran hêzên artêşê şandiye wir.

Kesên ku ji bûyerê rizgar bûne dibêjin, êrişberan bi bermîlên gazê agir berdane avahiya xwendekaran.

Tevgera îslamî ya bi navê Bûko Heram li dijî vekirina dibistan û xwendingehên mîna dibistanên rojavayî li Nîceriya ye û dibêjin, divê dibistan li gorî pîvanên îslamî bên birêvebirin.

Rudaw
Top