• Wednesday, 11 February 2026
logo

Artêşa Azad 36 Kurdên Mabatan girtin

Artêşa Azad 36 Kurdên Mabatan girtin
Di çend rojên borî de, di rêya nabera Efrîn û Helebê de, 36 Kurdên bajaroka Mabatayê ku hemû ji ayîna Elewî ne, ji aliyê komên çekdar yên ser bi Artêşa AZAD ve hatine girtin.

Her weha li gorî Xeber24`ê ku sedema girtina wan nehatiye zanîn, lê guman heye ku ji ber mijara alî û ayînî be, heya niha jî bê serûşûnin.

Xebar24 `ê aşkire kir ku ne dûre di navbera YPG`ê û Artêşa Azad de careke din şer û pevçûn derkevin eger ew Kurdên Efrînê neyên azad kirin. Li gorî jêdereke agahdar ji Efrînê ku bi riya peywendiyên giştî ya komîteya Desteya Bilind A Kurd ku serfermandariya hêzên YPG`ê derbarê Kurdên ku ketine destê Artêşa Azad de, agahî dane aliyên peywendîdar û Artêşa Azad hatiye hişyarîkirin ku dibe ev 36 kes digel girtiyên din bi zûhtirîn dem bêne azad kirin.

PUKmedia
Top