Çîçek wê derbarê xebatên destûrê de bi BDPê re rûne
Cemîl Çîçek piştî ku ji nû ve ji bo Serokatiya Parlamentoya Tirkiyê hat hilbijartin, biryar da ku derbarê xebatên destûra nû ya Tirkiyê de hevdîtinê bi serokên partiyên nava parlamentoyê re pêk bîne.
Li gor çapemeniya Tirkiyê, Çîçek wê hevdîtina xwe ya yekemîn bi Hevserokên BDP re pêk bîne.
Çîçek wê herwiha di heman rojê de, bi Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglû re hevdîtinê bike.
Rudaw
