• Wednesday, 11 February 2026
logo

Çalakvanek jin bi sîngê rût Erdoxan şermezar kir

Çalakvanek jin bi sîngê rût Erdoxan şermezar kir
Li gor nûçeyek Ajansa Frans Press, çalakvaneke jin ya Grûpa Femen ya Jinan îro li firokxaneya Stenbol`ê sîngê xwe rût kir û jiber serkutkirina xwenîşanderên Turkiyê ji aliyê hikûmeta Turkiyê ve reftarên Serok Wezîrê Turkiye Receb Teyîb Erdoxan şermezar kir.

Jina ciwan dema ku ji firoka ku ji Enqerê dihat daket li firokxaneya Sibîhe Gokşin ya bajarê Stenbol`ê kerasê xwe jiber xwe kir û pankêrtek hilda ku li ser (Erdoxan,Stenbol û Kabul) hatibû nivîsandin.

Keça ciwan ya bi navê Sara bi Ingilîzî bang kir ku (Bila Turkiye Ji Te Rizgar Bibe) û Grûpa Fîmin di daxuyaniyekê de daxwaz ji gelê Turkiyê kir ku gavan li hemberî serkutkariya hikûmeta Serok Wezîrê Turkiye Receb Teyîb Erdoxan û polîsên wî ve ne avêjin û her weha got: (Dev Ji Perensîpên Xwe Ya Şoreşa Mirovahiyê Berndin).

Hêjayî gotinê ye ku, heyva borî xwenîşandanên mezin li Parkê Gezî ya bajarê Stenbol û Teqsîm`ê û çendîn bajarên din li dijî siyaseta Serok Wezîrê Turkiye Receb Teyîb Erdoxan dest pê kir ku di encama tundûtîjiyên di navbera polîs û xwenîşanderan de 4 kes hatine kuştin û nêzî 8000 kes di heyama 3 hefteyên destpêkê ya heyva Hozêran ya borî de birîndar bûne.

Xendan
Top