Berhmenên Cotyaran Îsal ji %60 Zêde Kiriye
Endazyar Rehîm Hemîd rêvebirê giştiyê çandiniya Germian bo ajansa Peyamnêr ragihand: Îsal dû hezar û 500 ton genimê bawerpêkirî ji cotyaran hatiye wergirtin û sê hezar tonên din jî dikrin da kû sala dahatî bi ser cotyaran de dabeş bikin.
Rehîm Hemîd weha jî got: li gorî amarên me beramber sala bûrî îsal 60% berhemên cotyaran zêde kiriye. Weha jî got kû halê hazir piroseya wergirtina berhemên dendikan li binkeya wergirtina Genim li Germiyan berdewame, û heta weke niha bihtirî 11 hezar ton genim ji cotyaran hatiye wergirtin.
Germiyan xwediyê zeviyekî gelek yê çandiniyê ye, îsal bi sedema zêdehiya barîna baranê, tê çaverêkirin kû rêjeya berhemên dendikan jî li navçeyê gelekî ji salên bûrî pirtir be.
