Projeya CHP`ê derbarê çareseriya pirsa Kurd bixwîne
Malpera CNN a Tirkî di raportekî vîdyoyî de belav kiriye ku, Partiya Gel a Komarî CHP`ê ku partiyekî sereke ya opozisyonê ye, raportekî 38 xalî bo çareseriya pirs Kurd xistiye pêşiya parlemana Tirkiyê.
Ew raport ji aliyê alîkarê serokê CHP`ê (Sezgîn Tanrikulu) ve hatiye amade kirin û giringtirîn xalên raportê de weha hatiye:
- Kêmkirina rêjeya yasaya bendava hilbijartinê ji %10 bo %3 (ku li gor vê yasayê ew partiyên ku ji %10 berve jor ve dengan bi dest dixin dikarin weku partî biçin nava parlemana Tirkiyê, lê belê partiya BDP`ê ji ber ku heya niha nekariye (% 6.5) derbas bike nekariye weke partî beşdarî di parlemanê de bike, lê bi kêmkirina wê rêjeyê wê bikar bi awayekî serbixwe weku Partî beşdarî di hilbijartinan de bike.
- Rakirina astengiyan li pêşiya partiyên siyasî bo bikaranîna her zimanekî din ji bilî Tirkî.
- Paqijkirina ew sînorên mayînkirî yê bi Êraq û Sûriyê re û belavkirina wan zeviyan li ser welatiyên gundan.
Di beşekî din ya raportê de hatiye:
- Girtîgeha bajarê Amedê bibe mûzexane.
- Bi fermî nasandina cejna Newrozê.
- Bi yasa nasandina komkujiya Enfalê ya li dijî gelê Kurd, her weha aşkirakirina arşîvên hilawêstî yên komkujiya bajarê Dersîmê ya Bakurê Kurdistanê.
- Her di raporta partiya CHP`ê de hatiye ku, divê yasaya hukimdanê û reftarên li gel terorê guherîn têde bê kirin û ew hemû astengiyên li pêşiya azadiya nêrîn û bîrûra bêne rakirin.
- Dubare rêxistinkirina yasaya vegera gundan.
- Dubare dariştina yasaya xwepêşandan û qedexekirina bikaranîna gaza bîberê (gaza stêrrêj) ji aliyê polîsan ve.
Xendan
