Serokê Herêma Kurdistanê li gel aliyê siyasiyên derveyê Parlemenê civiya
Li vê kombûnê da ku taybet bû bi şêwirîn û raguhertina di derbarê her dû biryarên vê dawiyê ya Parlemena Kurdistanê, Serok Barzanî daxwaz ji beşdarvanên civînê kir ku bîr û rayên xwe yê di derbarê li vî derbarî de bixin rû. Paşê amadevanên civînê têbînî û pêşniyar û nêrînên xwe yê di derbarê meseleya destûr û pêvajoya navxweya Herêma Kurdistanê û her dû biryara Parlemen ya li ser dirêjkirina dema Serokayetî û Parlemenê ji bo Serok Barzanî şîrove kirin.
Behskirina serdana çaverêkirî ya Serok Barzanî bo Bexda ku bi hevrêyiya şandekî hikûmî û siyasiya Herêma Kurdistanê tê encamdan mijareke dinê vê hevdîtinê bû.
