Du Teqîn li Diyala; 23 Kuştî û 34 Birîndar
Peyvdarê polîsê Diyala, moqedem Xalib Etiye ji dezgehên ragihandinê re ragihandiye, ku li nawçeya Şifte ya nêzîkî Beiqobe di nava çayxaneyekê de bombeke çandî teqîya ye û bi egerê vê 10 welatî hatine kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûne.
Xalib Etiye herwiha daye xuyakirin, ku di kirdareke dina terorîstî de li bajarê Miqdadiye ya ser bi parêzgeha Diyala ve, di dem abirêve çûna merasima serxweşîya kesayetîyeke navdarê hoza Temîm de, xwekujek bi piştêneke bombekirî xwe di nava merasimê de diteqîne û di encam de 13 kes hatin kuştin û 20 kes jî birîndar bûne. Peyvdarê polîsê Diyala herwisa ragihandiye, ku birîna hejmarek ji birîndaran dijware û egerê zêdebûna hejmara kuştîyan heye.
Parêzgeha Diyala yek ji ewan parêzgehên Iraqê ye ku rêjeya tundûtîjî û kirdarên terorîstî tê de gelek zêde ne û berdewam teqîn tê de dihên encamdan.
