• Wednesday, 11 February 2026
logo

Wezareta Derve ya Amerîka bûyerên Amûdê şermezar kir

Wezareta Derve ya Amerîka bûyerên Amûdê şermezar kir
Wezareta Derve ya Amerîka, kuştina xelkê sivîl ji aliyê hêzên YPGê yên PYDê ve li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Wezareta derve ya Amerîka, îro (01.07.2013) di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên YPGê yên PYDê li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê êrişî xwepêşandanê kirin ku di encamê de 6 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên PYDê 90 kes jî girtin.

Wezareta derve ya Amerîka bûyerên han şermezar kir û wiha ragihand: “Tu hêcet ji bo êrişên PYDê yên li dijî xwepêşanderên sivîl tune.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikûmeta Amerîka li hember êşkencekirina xelkê sivîl ji aliyê hêzên PYDê ve şok maye û ji PYDê xwest, demildest wan kesên girtî berde.

Emerîka her wiha xwest ku PYD rêzê li mafên mirovan bigire û bizanibe ku bikaranîna zorê dikeve xizmeta rêjîm Sûriyê û rê li ber perçekirina gelê Sûriyê vedike.


Tê zanîn, çend roj beriya niha li bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê di encama pevçûna navbera hêzên asayişa PYDê û xelkê sivîl de herî kêm 9 kes hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bibûn, her wiha nêzîkî 90 kesî jî ji aliyê hêzên PYDê ve hatibûn girtin.

Rudaw
Top