Artêşa Esed Kurdan topbaran dike
Li gor nûçeyeke ajansa ANHA`yê belavkiriye ku, hêzên rêjîma Ba`s bajarokên Til Hasil û Til Eran ji herêma kargeha parastinê ya Til Ebûr, topbaran kiriye.
Di encamê 15 topên ku li nêzî Mizgefta Kevin, Şaredariyê û biryargeha Eniya Cebhet El Ekrad ên bajaroka Til Hasil ketin de zaroka bi navê Besma Ubêd Bekrî Kalo a 12 salî û xwendekarê bi navê Mihemed Îbrehîm ê 18 salî birîndar bûn. Tê gotin ku rewşa Mihemed Îbrehaîn dijware.
Her weha topek li nêzî benzînxaneya Soro ya bajaroka Til Eran ket û di encamê de ziyan madî çêbû.
Piştî topbaranê %80 welatiyan malên xwe terk kirin û berê xwe dan gundên derdorê.
