Yek ji Mezintirîn Bankên Amerîka Nivîsîngeha Xwe li Hewlêr Diveke
Li gorî raporteke rojnameya Daily Sitar a Ingilîzî, banka Citi ya girûba Citi kû eve demeke berê niha hevkariya bankên iraqê bo sîstema bankan dikir, bo vê mebestê jî nivîsîngeha xwe li Bexdayê hebû.
Ceymz Kawlis, berpirsê beşê Rojhilata Navîn yê wê bankê, eşkere kir kû vekirina nivîsîngehê da kû alîkariya bikarberên xwe û kiryarên xwe bike li Iraqê, wekî din bo bi hesanî Amerîkî û karbidestên wê danustandinê li gel xizmetgozariyên wê bike dema ew li Iraqê bin.
