Racî Bîlîcî: Ziman û uslûbê Erdogan zirar dide pêvajoyê
Racî Bîlîcî derbarê vekişîna gêrîllayên PKKê ya ji nav xaka Tirkiye û bakûrê Kurdistanê wiha got: “Piştî biryara vekişandinê ya PKKê, me jî komîsyona şopandinê ava kir. Hat dîtin ku bi rastî jî tevgerên leşkerî gelek zêde ne. Bi taybetî jî li bajarên weke; Sêrt, Şirnex û Colemêrgê pirsgirêkên mezin hebûn.”
Racî Bîlîcî dest nîşan kir ku ligel qereqolên berê qereqolên nû tên çêkirin û wiha got: “Cerdevan hîn di cihên xwe de radiwestin û leşker jî hîn li ser sînor in.”
Serokê rêxistina Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) da zanîn ku hêzên çekdar ên PKK’ê ji bo nekevin pevçûnan û rastî cerdevaanan neyên, rêyên xwe dirêj dikin.
Serokê Rêxistina Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD) Racî Bîlîcî Bîlîcî derbarê axaftinên serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan de jî wiha got: “Ziman û uslûbê serokwezîr ne yê çareseriyê ye û zirar dide pêvajoyê. Divê demildest eşkere bike ku dê çareseriyekî çawa bibe, wê rê û rêbazekî çawa bişopîne.”
Rudaw
