• Wednesday, 11 February 2026
logo

Lîsteya dewleta qanûnê daxwaza eşkere kirina gendeliyan dike

Lîsteya dewleta qanûnê daxwaza eşkere kirina gendeliyan dike
Lîsteya dewleta qanûnê yaku, Serokwerzîrê Îraqê Nûrî Malikî Serokatiya vê dike daxwaz ji Cîgirê Serokê Parlementoya Îraqê Qosey Soheyil kir ku, beriya dev ji kar berdana xwe encamên lêkolînên heyî yên li ser dosyeyên gendelî eşkere bike.

Lîsteya dewleta qanûnê ev yek jî eşkere kiriye ku, Qosey Soheyil li gorî biryara hevbeş ya hevpeymaniya nîştimanî weke Cîgirê Serokê Parlementoyê hatiye destnîşankirin lewre dibe hevpeymaniya nîştimanî li ser dev ji kar berdan anjî domandina karê vî biryar bide.
Top