• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Hewlêrê li dijî bûyerên Amûdê xwepêşandan e

Li Hewlêrê li dijî bûyerên Amûdê xwepêşandan e
Li bajarê Hewlêrê hinek xelkê rojavayê Kurdistanê li dijî bûyerên bajarê Amûdê yê rojavayê Kurdistanê xwepêşandan kirin.

Wek nerazîbûna li hember bûyerên duh şev ên bajarê Amûdê ku di encamê de 5 kes hatine kuştin û herî kêm 30 kes jî birîndar bûne, komek xelkê rojavayê Kurdistanê li ber parlamentoya Kurdistanê kom bûn û xwepêşandan kirin.

Xwepêşander niha ber bi Kela Hewlêrê ve dimeşin û sloganên li dijî PYD û partiyên rojavayê Kurdistanê davêjin.

Rudaw
Top