• Wednesday, 11 February 2026
logo

Hat nûhkirin...Komên Çete Şervanekî YPG şehîd kirin

Hat nûhkirin...Komên Çete Şervanekî YPG şehîd kirin
Ligor nûçeyek Ajansa Hawarnews`ê, îro demjimêr 12:00 `an Li Amudê dewriyeyek Yekîneyên Parastina Gel (YPG’ê) li nava bajêr rastî hêrîşa çekdarî ya komek çete hat û di encama de endamekî YPG’ê jiyana xwe ji dest da, 2 şervanên YPG jî birîndar bûne.

Dema yekîneyek YPG’ê ji aliyê Hesekê ve dihat, li nava bajêr rastî hêrîşa çekdarî hat, ku di hêrîşê de çekên giran hatine bi karanîn, piştî bûyerê hêzên YPG’ê li nava bajêr dest bi operasyonek kirin û Aloziya li wê bajarî berdewame.

Ligor zanyariyên ji wî bajarî hatine belav kirin Lîwaya 313 ku ji aliyê Dezgeha Sîxûriya Turkiyê (MÎT`ê) tên perwerdekirin û alîkariya xwe ji Turkiyê werdigrin destên wan di hêrişa li ser Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de heye.

Ji aliyekî din ve hinek Hevrêzên Ciwana li ser rûpelên xwe yên Facebook`ê belav kirine ku ewê ji bilî xwenîşandanan rêyên din jî bi kar bînin.

Her weha Ebdamê Civata Nîştimanî ya Sûrî Ebdulbasit Seyda ji li ser rûpela xwe ya Facebookê handana şerê Kurdî – Kurdî dike û daxwaz ji ciwanên Kurd dike ku dest bi wê şerî bikin.

Xendan
Top