Perliyamenterên Besra Gefa Kodetaya li Ser Hukûmetê Dikin
Perliyamenterê parêzgeha Besra li encûmena nûnerên Iraqê Ciwad Bezûnî, li kongireyekî rojnamevanî de, kû li gel hijmarek ji perliyamenterên din kû bi hevre sazdabûn, ragihand; Kodetayê bi ser hukûmetê de, dikin weke kû çawe bi ser encûmena parêgehan de hat.
Despêka vê heftiyê, encûmena nûneran, yasayê parêzgehên Iraqê hemûwar kir, li gorî vê sererastkirinê parêzgeh di bin xwediyê heman deshilata wezareta welehî û xizmetgozariyê, herweha terxankirina 5 $ bo serê her bermîlekî petrolê bo parêzgeh tevî berhemên petrolê.
Perliyamenterên Besra di kongireyekî rojnamevanî de, nîgeraniya xwe nîşandan bo şûnde vegera hinek perliyamenteran ji ser retkirina hewila hukûmeta ya rexnekirina yasayê parêzgehan, çûnke weke ew dibêjin, ev yasa, xizmeta Besra û parêzgehên din jî dike.
