Li Xurmatû artêşa İraqê êrîşî hevwelatiyên kurd kir
Ligel gehiştina wê hêzê şandeka serokatiya Parlamentoya İraqê jî bi serpereştiya Cîgirê Serokwezîr bo Karûbarê Enerjiyê Husên Şehristanî gehişte firokexaneya Sidîq, lê belê ji ber ku qeymeqamê qezayê di iznê nede bû nehatin nav qezayê û piştî demekê ber bi Bexdayê vegeriyan.
Li gor wan agahiyên ku gehiştine Basnewsê, yek ji her du xwekujên doh ku di nav xwepêşanderên turkmen ên Xurmatû de teqandibûn, hîmayeyekî Cîgirê Serokê Cepheya Turkmenî ya İraqê Elî Haşim Muxtar bûye, ser bi Dewleta Îslamî ya İraqê bûye û li nêzîkê navbirî xwe teqandiye û di encam de jî navbirî hat kuştin.
Ji aliyekî din ve çavkaniyekê ji ewlekariya qezaya Xurmatû ji Basnewsê re got: ‘’Çend otomobîlên bombekirî bi mebesta teqandin û karê xwekujî ber bi Xurmatû hatine û jiber vêna jî hemû enîşk û kolanên Xurmatû hatine girttin û hatûçûna hevwelatiyan jî kêm bûye, bi taybetî di nav bazara giştî ya qezayê de.’’
Herwiha wek nerazîbûnekê li hember wan êrîşên ku dijî turkmenan tên kirin karmend neçûn ser karên xwe bi taybetî fermanber û dest bi grevê kirine û dibêjin heta hikûmeta İraqê daxwazên wan cîbicîh neke naçin ser karên xwe.
bas-news.net
