• Wednesday, 11 February 2026
logo

Li Efxanîstanê 2 hezar û 111 leşkerên Amerîka mirine

Li Efxanîstanê 2 hezar û 111 leşkerên Amerîka mirine
Amerîka di şerê 12 salan ê li Efxanîstanê de, 2 hezar û 11 leşkerên xwe winda kir. Herwiha heta niha 18 hezar û 975 leşker jî birîndar bûne.

Wezareta Parastinê ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand ku ji sala 2001an û di dema dagirkirina Efxanîstanê de 2 hezar û 111 leşkerên Amerîka jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya wezareta parastinê, hezar û 749 leşker di dema êriş û şer de, derdora 360 leşkerên din jî ji ber sedemên cûda li Efxanîstanê mirine. Wezaretê derbarê birîndaran de jî wiha ragihand ku heta niha 18 hezar û 975 leşker birîndar bûne.

Rudaw
Top