• Wednesday, 11 February 2026
logo

Salih Muslim digel Mîxayîl Buxdanûf civiya

Salih Muslim digel Mîxayîl Buxdanûf civiya
Duh (26.06.2013. Çarşem) hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim wek nûnerê Desteya Bilind a Kurdî (DBK) li bajarê Cinêvê digel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mîxayîl Buxdanûf civiya.

Li gor nûçeyeke Malpera PYD Rojava, herdu aliyan di civînê de rewşa giştî ya Sûriyê , rewşa gelê Kurd li Rojavayê Kurdistan`ê , babeta çawaniya dîtina çareseriyeke siyasî bo aloziya Sûriyê, û piştirîkirina li destpêşxeriya Cinêv ya duyemîn bo damezrandina sîstemeke demokratîk ku hêviyên gelê Sûriyê bo azadiyê cî bi cî bike gengeşe kirin.

Herdu alî derbarê ku Desteya Bilind ya Kurdê (DBK) nûnerê tekane ya gelê Kurd li Sûriyê ye hevnêrîn bûn.

Hêjayî gotinê ye ku ev civîn di çarçoveya zincîrên hevdîtinên berê ya di navbera serkirdeyên Rûs û serkirdeyên Desteya Bilind a Kurdî (DBK) hatiye encamdan.
Top