Mîrê Qeterê Desthilat Radestî Kurê Xwe Kir
Şêx Hemed herwiha got, ku lawan di salên bihorî de nîşan dane ku bi mikurbûn û ruhîyeta serdemîyane beşdarî di berev pêş birina welatê xwe (Qeter)ê de kirine. Şêx Hemed tekez jî kir, ku ew di erkên birêvebirina welatê xwe de serkevtî bûye û kurê wî jî ku desthilat girte dest, şîyana wergirtina evê berpirsayetîyê heye.
Rojek berî hingê, roja duşembîyê dîwana mîrîya Qeterê ragiahndibû, ku mîr û fermandarê welat Şêx Hemed kurê Xelîfe Al Sanî dê li televiziyona fermîya Qeterê gotarekê pêşkêşî gelê xwe bike. Mîrê Qeterê pêştir li gel endamên malbata xwe di bareya veguhastina desthilat bo kurê xwe dekom bibû.
Şêx Hemed 61 salî, di sala 1977 de bû bi cênişînê mîrê wê demê yê Qeterê û hevdem posta wezareta bergirîya welatê xwe jî wergirt. Di dawîya June a sala 1995 de û piştî encamdana kodetayekê bo ser desthilata bavkê xwe, desthilat ji Şêx Xelîfe kurê Hemed Al Sanî bavkê xw ewergirt.
Şêx Hemed di maweya desthilata xwe de, Qeter ku yek ji welatên herî biçûkên dunyayê ye, kire welateke mezinê aborî û tenê dahata wê ji hinardeya gazê bo derve gihande 84 Miliyard dolaran. Şex Hemed herwisa bi damezrandina kanala televiziyonîya Aljazera û veguhastina bûyerên girîngên cîhanî navbangê Qeterê di cîhanê de belav kir. Herwisa di kerta neft û gazê de Qeter kire welateke xodan hêz û xodan qise di asta cîhanê de. Dahata kesane di salekê de li Qeterê niha gihîjtiye 84 hezar dolarên Amerêkî.
Di buwarê siyasî jî de Şêx Hemed bi havêjtina çend pêngavên bilind û hindek car metrisîdar bûye egerê ewê çendê ku Qeter di asta siyaseta cîhanî û herêmî de bibe xodan roleke diyar, ku weke nimûne dikare navbeynîkirina di navbera her du alîyên Feth û Hemas ên Felestînî û herwisa piştgîrîya opozisiyonên Lîbya û Tunis di xwepêşandanên buhara erebî de bihê baskirin.
Cênişînê berê û mîrê niha yê Qeterê ku duh bavkê wî desthilat ji wî re bi cih hîşt, Şêx Temîm kurê Hemed Al Sanî di sala 1980 de ji dayik bûye û qonaxa xwandinê di xandingeha Şêrbon a Brîtanyayî xwandiye û akademîya serbazî ya Sandhêrsîty ya şahane jî tewaw kiriye.
