Part û aliyên siyasî yên Kurd li Amedî civiyan
Di vê civîna han de hevdem ligel nirxandina rewşa niha ya Kurdistan û pêşveçûnên heyî yên ji bo çareser kirina pirsa Kurd li Tirkiyeyê de, çendîn babetên din yên weke girîngiya yekîtiya Kurdan jî hatine giftûgokirin.
Piştî bi dawî hatina civîna han jî Hevserokê KCDê Ehmed Tirk di daxuyaniyeke çapemenî naveroka civînê ji raya giştî re parve kir û got: Di vê pêvajoya han de tişta herî girîng bo Gelê Kurd yekîtiya gelê Kurd e.
