• Wednesday, 11 February 2026
logo

Zêbarî: Qeyrana Surîyeyê Bandor li Ser Rewşa Iraqê Danîye

Zêbarî: Qeyrana Surîyeyê Bandor li Ser Rewşa Iraqê Danîye
Wezîrê derveyê Iraqê Hûşyar Zêbarî ragihand, ku qeyrana şerê navxweyîyê Surîyeyê bandor lis er asayişa Iraqê heye ku di maweya du heyvên bihorî de bûye egerê kuştina sedan kesan.

Li gor nûçeyeke ajansa nûçeyan a Reuters , Hûşyar Zêbarî wezîrê derveyê Iraqê aşkira kiriye, ku şerê Surîyeyê bandoreke xirab li ser xirabbûna rewşa ewlehîya Iraqê danîye û ragihandiye, ku şerê berdewamê Surîyeyê bandoreke rastewxo li ser rewşa asayişa Iraqê hebûye.

Li gor raportên rojnamevanî, bi sedan çekdar j Iraqê ve berê xwe dane Surîyeyê û beşdarî di şerê navxweyîyên evî welatî de dikin. Hejmarek ji wan çekdaran Şîe ne û bo piştgîrîya rejîma Beşar Esed ê Elewî çûna Surîyê û hindek din jî Sunî ne û di rêzên opozisiyonê de li dijî hikûmeta Esed şer dikin.

Zêbarî herwisa gotiye:´´ em hindek caran bi egerê şerê welatê hevsê yê xwe rûbirûyê kêşeyan dibîn, lê hikûmet hemû hewlên xwe bo baştir kirina rewşa ewlehîyê û bo dabînkirina rewşeke guncaw bo welatîyan xistiye tevgerê.´´

Li gor nûtirîn amara Neteweyên yekgirtî, tenê di heyva bihorî (Gulan) de li Iraqê hezar û 45 Iraqî ji ber kirdarên tundûtîjîyê hatine kuştin û bi hezaran kesên din jî birîndar bûne.
Top