• Wednesday, 11 February 2026
logo

PDKê dest bi giftûgo kirin derbarê hilbijartinên Kurdistanê de kir

PDKê dest bi giftûgo kirin derbarê hilbijartinên Kurdistanê de kir
Duh civata Serokatiya partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Cîgirê Serokê PDKê birêz Nêçîrvan Barzanî civiya.

Di destpêka civîna han de ku, tevahiya endamên civata Serokatî, endamên yedek û berpirsên leq û şaxên PDKê jî têde beşdarbûn, bo rêz girtin ji Şehîdan û serwerê wan Barzaniyê nemir û kak Îdrîsê hertim zindî deqîqeyek beşdarbûyên civînê li ser piyan rawestiyan û pişt re heval Nêçîrvan Barzanî bixêr hatina hevalan kir û destxweşiyên xwe jî pêşkêşî ev leq û şaxên PDKê kir ên ku, beşdariya hilbijartinên Parêzgeha Mûsilê kiribûn û bi rêya wan jî spasiyên xwe pêşkêşî xelkê wan deveran yê ku, beşdariya hilbijartinan kiribû kir.

Di berdewamiya civîna han de rewşa siyasî ya Îraq û Kurdistanê, saz kirina hilbijartinan di rewşa niha de bi awayekî berfire hate giftûgokirin û girîngiyeke gelek zêde ji çawetiya birêvebirina hilbijartinan re hate dayîn û hate xwestin ku, dibe hilbijartin azad, demokratîk bin û di rewşeke aramde werin sazkirin.

Di berdewamiya civîna han de mekanîzmek bo amadekarî û wenêrîna prosesa hilbijartinên Kurdistanê ên li pêşiya me de hate damezrandin û biryar hate dayîn ku, li her derê komîteyên taybetî yên ji bo hilbijartinan werin damezrandin.

Civata Serokatiya partiya demokrata Kurdistanê herwiha behsa nexşe rê û peyama xwe ya ji bo hilbijartinên pêşiya me kir û tekez li ser çawetiya destnîşnan kirina berbijaran jî hate kirin.

Civata Serokatiya PDKê daxwaz ji xelkê Kurdistanê jî kir ku, ji nihave xwe amade bike daku, bi coşeke mezin beşdariya hilbijartinan bike.
Top