• Wednesday, 11 February 2026
logo

Konferansa Civaka Sivîl li Hewlêr bi Dawî bû

Konferansa Civaka Sivîl li Hewlêr bi Dawî bû
Bi beşdariya 35 welat doh konferansa Civaka Sivîl li hewlêr hate destpêkirin, îro bi derxistina çend sipardeyan konferans bi dawî bû.

Bi amadebûna nêzîkî 200 endamên rêxistinên civaka Sivîl ji 35 welatên rojhilata navîn û Bakûrê Efrîqiya,, yekemîn konferansa rêxistinên civaka sivîl dest bi karên xwe kir kû perliyamenta Kurdistanê çavdêriya wê dikir û endamên perliyamenta Kurdistanê kû li jêr civaka sivîl û rewşebîr de beşdar bûn.

Îro konferansê çend rasparde derxistin, ji wan girîngî dana hukûmetên Rojhilata Navîn bo geşepêdanan mirovî û karkirin bo çaksaziya mirovî, bi hêzkirina amrazên geşepêdanê û runîkirina armancên geşepêdanê.

Selîm Xazî edamê konferasê ji welatê Urdûn beşdarbûye bo ajansa Peyamnêr got kû; Ev konferans yek ji konferansên herî serkeftî yên civaka Sivîl bû, çûnke hukûmet bi xwe jî beşek bû ji pirogramên wê, perliyamentê hevkarî kir û bi bê mercê hukûmetê jî hate despêkirin. Ev jî nîşana pêşveçûna hêza civaka sîvîl li Rojhilata Navîne.
Top